type="text/css">
   
 
  seydaperincek5
Li dijî tasfiyekirinê mîsyona gelê kurd



Yazar Adı: Seyda Perînçek


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 6.12.2009 Saat: 16:13

Di kesayetiya serokatiyê de dixwazin nirxên gelê kurd binpê bikin. Lê ên ku netewa kurd temsîl dikin qet tasfiyeyê qebûl nakin û sekna xwe ya şoreşgerî dê nîşan bidin.

Wek em tev dizanin ku ev serê hezar salan e gelê kurd ji aliyê dewletên desthilatdar û dewleta tirk ve di her dema jiyanê de hatine înkarkirin û hesabê temama hêzên navnetewî yên berjewendî aborî û siyasî li ser qirkirin û tunekirina gelê kurd hatine çêkirin. Gelê kurd li Rojhilata Navîn bi hebûna xwe, bi dîroka xwe, bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe yê dewlemend bandorê li ser polîtîkayên temama dewletên Rojhilata Navîn û yên navnetewî dike. Ji ber vê yekê ên ku pergala kapîtalizmê di dest xwe de girtine û di her beş û qada cîhanê de xwedî hêzin di mijara pirsgirêka kurd de hesabên xwe û polîtîkayên xwe li ser tunekirin û têkbirina vî gelê mazlûm dikin. Piştî 28 serhildanên ku li dijî vê hovîtiyê hatin çêkirin dem dem ev serhildan û ev berxwedanên pîroz têk çûn. Ji ber ku ên ku pêşkêşî û serkişandina van serhildanan kirin di têkoşîna xwe de têkiliyên wan ji hev qut bûn û bi vê sedema ji hev qutbûnê ev berxwedan û serhildan di demeke kin de ji aliyê hêzên dijî ve têk çûn û ew serhildan di warê çekdarî de hatin rawestandin.

Di dîrokê de şoreşa kurdan Di rûpelên dîrokê de wateya serbilindiya gelê kurd bi xwîna mazlûman hatiye nivîsandin. Ev ji bo me rûmeteke mezin e. Piştî temama tevgerên ku serî li hemberî vê zilm û zordestiyê hildan, tevgera PKK'ê di warê çekdarî de di bin rêberiya birêz Abdullah Ocalan de dest bi şerê çekdarî û birdozî kirin. Di demeke kin de hêza PKK'ê di nava gel de hezkirin û bandoreke pir mezin danî. Roj bi roj xwe nû kirin, zanebûn, perwerde û hwd. di temama beşan de hêzên gerîla û PKK'ê li ser civaka kurd û Rojhilata Navîn hezkirina xwe mezin kir û mohra xwe li rûpelên dîrokê xist. Ev pêşketin ji çavên hêzên navnetewî yên ku li dijî me hesaban dikin nereviya. Fêm kirin ku Serokatiya Gelê Kurd û tevgera PKK’ê dê pêşerojê li dijî temama qirêjî û polîtîkayên qirêj derkevin. Ev sekna tevgerê jî hesabê temama dewletên dagirker xiradikir. Ev tirs û xofa van hêzên ku li ser tunekirina gelên me bi şev o rojan lîstikên qirê çêdikin û xwe bi xwîna gelê mazlûm didin jiyankirin ketin hewldanên tasfiyekirina tevgera PKK'ê.

Çend caran li Kampa Bekaa xwestin ku Serokatiya Gelê Kurd tasfiye bikin, lê bi ser neketin. Çend kesên ji aliyê dewletê ve hilbijartin, perwerde kirin û li ser navê Ergenekonê hatibûn peywirdarkirin bi qirêjî di nava şoreşa kurd de bi cih kirin. Van kesên ku li ser esasê tunekirina şoreşa kurd cihên xwe demeke dirêj di nava têkoşînê de stendin. Van kesên ku bi zanebûn hatibûn amadekirin di nava şoreşê de di wan şert û mercên zor û zehmetî de dîsa bi pêşvebirina Serokatiya Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hatin teşîrkirin û tasfiye bûn. Ev têkçûyîna ku di kesayetiya van kesên sîxur de hat dîtin lîstikên ku dewletê dixwest di nava hêzên gerîla de, di mêjiyên heval û hogirên me de nakokiyan derxin holê teşîr bûn û rûyên wan yên qirêj derket holê. Ev ne bes e komploya navnetewî ya ku li hemberî Serokatiya Rêberê Gelê Kurd hate çêkirin wek hûn jî tev dizanin pêşkêşiya vê komployê di serî de Amerîka, Yekîtiya Ewropa, û çend dewletên kapîtalîst kir.

Serokatî ev lîstik jî bi pêşverû, zanistî û wê felsefeya xwe ya kûr vala derxist. A niha jî bi tecrît kirinê, di warê derûnî, tenduristî û wahşeta hovane dixwazin ku serokatiya vî gelî ji bin ve tune bikin. Ew nizanin ku felsefeya serokatî daniye holê bi hezarsalan wê serok û vî gelê têkoşer bidin jiyankirin. Ew nizanin ku tunekirina serokatiyê tunekirina temama Rojhilata Navîne. Ev zanebûn ev feraset bi vê dewleta desthilatdar re tune. Serokatiya vî gelî ev serê sîh salan e dîroka me, zimanême, çand û hunera me, mirovatiyame, nirxênme yên pîroz tev bi saya serê wî, gerîlayên serê çiyan, şehîdên qehreman û berxwedana hevalê zîndanê wateyeke pir mezin stendiye, cihê xwe di qada cîhanê de di asta herî pêşketî stendiye û bi rûmeteke pir mezin girtiye.

Bi çand û hunerê têkoşîn
Dixwazin ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd de vê dîroka me ya hezar salan,vê çand û hunera me ya kûr û berfireh, vî zimanê me yê dewlemend û letîf, bi kurtasî temama nirxên me yên pîroz û hebûna me ji bin ve tune bikin. Lê bila her kes, her hêz dizanibin ku di serî de ên ku temsîliyeta çand û hunera kurd dikin vê bê rûmetiyê qebûl nakin. Bi çanda xwe, bi hunera xwe wê ev gel bersiveke dîrokî bidin van hêzên dagirker. Çima çand û huner? Ji ber ku di netewetiyê de xala herî grîng yekîtiya çand û hunerê ye, ya ziman e, ya dîrokê ye, ya axê ye, aboriye. Di kesayetiya serokatiyê de dixwazin van nirxên me yên netewî temama binpê bikin. Lê hunermendên kurd, nivîskar û zimanzanên kurd, dîrokzanên kurd, nirx parêzên kurd,û dewlemendên kurd, yanî ên ku netewa kurd temsîl dikin qet û qet vê bê rûmetiyê qebûl nakin û heta dawiyê çi hêz û qeweta wan hebe wê li hemberî vê pergala qirêj sekna xwe ya şoreşgerî di asta herî mezin de nîşan bide. Ev xeta dawîn e. Tu windakirinên me yên ku em xwe ji berxwedana vê pêvajoyê şûnde bigrin nemaye bila her kes vê baş zanibe.


 




Bu sayfa hakkındaki yorumlar:
Yorumu gönderen: Daniela( qldcompanydirectors.com.au ), 23.05.2013, 09:29 (UTC):
Thanks for contributing. It's helped me udrnestand the issues.



Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=