type="text/css">
   
 
  seydaperincek4
Çand û Hunera Şexsî û ya hevparî



Yazar Adı: Seyda Perînçek


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 31.05.2010 Saat: 21:21

Kesên Ku li ser nirxên neteweyî xebatên çand û hunerê didin meşandin nêzîkatiya wan ya li hember nirxên neteweyî çiye,helwesta wan ya li hember êrîşên ku ji aliyê dagirkeran ve di ser çandê re li ser gelên kurd têne meşandin çiye pêwîste bê zelal kirin. Ev dem êdî ne dema ku mirov jibo kesayetiya xwe,jibo hestên xwe yên maddî xwe bi rengekî lîberal bide jiyankirin.
Ku mirov bi wîjdan be û bi dîroka xwe re , bi rastiya xwe re rû bimîne merev ê berpirsyariya xwe ya mirovahî pêk bîne û berxwedana xwe li hember asîmilasyonê bike.
 
Çand û huner di şikildayîna civakê de bandoreke xwe yî pir mezin û giranbuha heye. Mirovên ku di siya tekoşîn,şoreş û berxwedana vî gelê Kurd de dixwazin xwe bidin jiyankirin bila dest ji vê hêviya xwe ya vala û pûç bedrin. Şert û mercê rêxistina kurd û civaka ku bi dehhezar salane li hemberî temama dewlet û hêzên nijarperet li ber xwe dane û çanda xwe,dîroka xwe,hunera xwe ,zimanê xwe û hemû nirxên xwe yên neteweyî li hemberî êrîşên dijwar parasti ne vê rewşa nebaş ranake û qebûl jî nake. Vî gelî temama heîyên xwe yên maddî û manewî jibo jînkirina çavda xwe,zimanê xwe û dîroka xwe xistine holê. Ji ber vê keda mezin heta roja îro em li ser ruyê cîhanê ne hatine hellandin û têk neçûne. Ev berxwedana hezarsale jibo me mîrate ke pir mezin ,bi wate û giran buha ye. Ji ber vê yekê ên li ser navê vî gelê mazlûm xebatê çand û hunerê didin meşandin berî her tiştî pêwîste li hember qirkirina çand û hunerê sekneke pir tûj bide nîşandan û helwesta xwe ya demokratîk di çarçoveya mirovahiyê de derxe holê.
Bi qandî ku em xwe li hember êreîşên neyaran diparêzin û bi qandî ku em ,mala xwe,zarokên xwe, meqamên xwe ,kesayetiya xwe difikirin me bi awayekî vîjdanî keda vî gelî ya hezarsalan fikirîba û me çanda xwe biparasta îro rewşa me ya çand û hunerî wê bi rengekîdin ba. Ji ber ku em her gav tenê kesayetiya xwe û berjewendiyên xwe , navê xwe yên derewîn bi Tirkî dibên göbek ad diparêzin, em dibin dîlê serdestiya takekesî û ji ber vê sekna me ya du rû hêzên xêrnexwaz jî derfeta ku çanda me têk bibin dibînin û bi ser me de tên. Merev dikare bibêje ji ber kêmmmasiyên me û tenê xwe fikrandinê hêzên dagirker zemîna kum e tune bikin dibînin û di kesayetiya gele Kurd de çanda me qir dikin.
 
Bila em vê baş bizanibin ku çanda me, hunera me, dîroka me, axa me, bi kurtasî bingeha hebûna me ev nirxên me ku têk herin û qir bibin em jî tune dibin, em jî têk deherin. Ku em neşkên, destên xwe nexin bin kevir û tekoşîneke li gor keda hezarsale nîşan nedin tu wateya hunermendî, û mirovtiya me jî namîne. Ku sekna me û helwesta mey î li hember êrîşan bi vî rengî berdewam bike ew çax wê bê famkirin ku hezkirina me derew e, “pevgirêdana me bi benê rizyayî ye”. Lê ev rastî jî heye ku em ne layiqî berxwedana pîroz bin wê gel di lehiya vîjdanê xwe de me bixeniqînin. Bila em tu kes xwe ne xapînin. Gelê Kurd pir bi hesab û kîtab e. Hetta ku tu bibê qîmet û rûmetê dide hunermend,wêjevan û rewşenbîrên xwe û lê xwedî jî derdikeve. Lê gava ku li gor rastiya civakê,li gor pîrozbûna rêgezê tevgerê nemeşin kî dibe,çi dibe bila bibe ew rûmeta ku gel dabû wê bi carekê de jê bistîne. Qîmeta naveroka wê vala û rûmeta erzan li tu deran tunneye Ji ber vê rastiyê ne hunermend, ne wêjevan, ne siyasetmedar, ne rewşenbîr û ne tu kes em qîmeta ku gel didin me ji şexsê xwe re nehesibînin xwe pê qurre nekin û xwe di ser gel û civakê re nebînin.
Em çiqas li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin û li hember êrîşan wan biparêzin wê demê emê jî xwirt û mezin bibin,wê demê wê bê fêmkirin ku pevgirêda me û gel ji dil û can e û wê demê dostaya me hevaltya me ne bi derewa ye. Bila em tev vêna baş bizaniin ku ev berxwedana mezin tuneba ne hunermend,ne rewşenbîr û nejî siyasetmedar ji me derdiketin.kesî pênc qurişdi me nedidan.qîmeta tekoşînê şoreşê pêwîste êdî were zanîn û xwedî derketinek exlaqî û vîcdanî li tevgera vî gelê berxwedar bê kirin. Ev berpirsyariya mirovahiyê ye. Yanî aîdiyetiya me tu kesî ya takekesî tunne ye. Ji jiyanê bigirin hetta mirinê her tiştên me hevpar e û jiyana me jiyana xwezahiye. Hetta ku em hilnekişin ba gel û xwe negihînin wî dilê wan yê pak û zelal em nikarin jiyan bikin.
 
 
Seyda Perînçek

 





Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=