type="text/css">
   
 
  seydaperincek3
Qirkirina çandê û helwesta me



Yazar Adı: Seyda Perînçek


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 15.06.2010 Saat: 13:08

Çand û huner di şikil stendina civakê de berpirsyariyeke xwe yî pir grîng  heye. Di her demê de û şert û mercên nebaş de çand û hunerê di şoreş,tekoşîn û berxwedana gelê kurd de peywira xwe di asta herî bilind de pêk anîye û hebûna gelê kurd bi xesasiyeteke pir mezin parasyiye û heta roja îro aniye. Tevî ku di dîrokê de gelê Kurd ji aliyê dewletên dagirker ve her dem hatiye qirkirin û hilberînên wan yên çandî,hunerî û nivîskî hatine tunekirin jî, bi awayekî  berxwedarî  xwezahiya xwe ya  çand û hunerî  parastiye. Heta ku cil û bergên me yên netewî û gelerî,, lîstikên me yên folklorîk û yên herêmî, xwarinên me,zimanê me,bi xwestekeke ji dil û berpirsyariyeke fedayîtî neyê parastin û lêxwedî derketineke ji dil û can çênebe, dê dewleta dagirker di ser çand û hunera ku îro di bin tekel û bandora kapilazmê de ye gelê me jehr bikin û civakek ji nirxên şoreşgerî pêpar ava bikin. Ev jî jibo me,jibo temama gelê cîhanê û bi taybetî jî jbo mirovahiyê Xetereyeke herî mezin û bêrûmetiyeke pir mezin e. Di tu zagonan de van lîstikên qirêj nayê pejirandin. Ev qirêjî, ev qirkirina ji mirovahiyê bêpar jî wek hûn tev dizanin di ser hin  kesên ku di orta balîfê de cih distînin tênemeşandin.

Dîrok,ziman,huner,erdîngarî,aborî,çand û her, hemû amûrên ku  bingehê xwe û exlaqê xwe ji nirxên netewehiyê distîne ji aliyê kesên xwe froş û dewleta desthilatdar ve hewldanek  heye ku ji holê bê rakirin û bê tunekirin. Vî gelê Kurd,vî gelê qedîm ji berî zayinê bi hezarsalan û heta roja îro nehiştiye nirxên wan binpê bibin. Û heta dilopa xwîna xwe yî dawî jî li hember van êrîşên pûç û vala li ber xwe dane û xwe dane jiyankirin. Di rojhilata navîn de siyaset û stratejiyê temama dewletên nijadperest û kapîtalîst li ser tunekirin û qirkirina gelê Kurd tên meşandin. Temama tifaqa dewletê xêrnexwaz li ser esasê înkarkirana hebûna hezarsale ya Kurda tê çêkirin. Hemû hêzên qirêj yên cîhanê bi awayekî gelemperî bi ser kurdan de tên û êrîşê herî dijwar li ser wan didin meşandin. Şerê rojhilata navîn merev dikare bi kurtasî weha binirxîne. Dewletên desthilatdar kurda wek agirê binê beroşa xwarinê dibînin. Ne dixwazin agir vemire xwarin xav bimîne,ne jî dixwazin agir gur bibe û xwarin bişewite. Di vir de tiştê ku tê fêmkirin li gor stratejiya dewletên dagirker pêwîste her gav agirekî tîna wê ne bişewitîne ne jî xav bihêle hebe. Lê gelê kurd gelekî bi rûmet e. Tu car û tu wextan bi benê kesî danakeve binê bîrê. Hêza xwe ji gel distîne,guhertin û veguhertinê di xwe de çêdike û her gav hilberîn û afirandina jiyaneke nû dike. Ev jî gelê kurd ji temama xetereyên  dijwar diparêze û rê li ber vedike. Peyveke pêşiyên me heye  “Her dar li ser koka xwe şîn tê ” Çiqas peyvek xweş û di cihde ye. Tu hêz nikare merev ji rastiya merev û koka merev qut bike. Bi hezarsaklan e dixwazin me bikin turk,dixwazin me bikin ereb,dixwazin me bikin ecem û hwd. Lê ev xwezahiya gelê kurd û dewlemendiya çand,huner,ziman û dîroka wê destûr nedaye ku kurd têk herin û tune bibin. Ev dema dawiyê li welatê me bi awayekî pir veşirtî û nermik hewldanek kirkirina çandê derketiye holê. Hunera şoreşgerî di kafeyan de wek merev ji xwe re dendikan bixwe tê bikar anîn, di dawet û şahiyên me de pêwîste lîstikên herêmî û folklora Kurdewarî bê çêkirin lê tu dinihêrî dans,kolbastî enî û maçîkirin etekê di ser çongê re û nizanim çi…..

Tu li lîbasên ser wan, tevgera xort û qîzan û têkîliyên nava wan dinihê re bi gelemperî merev dikare bibêje ku bi tu awayî temsîliyeta tevgera azad nake û rengê Kurdewariyê qet tê detune. Hela ji xwe re li sedemê tasfiye,qirkirin, û tunekirina gelê Kurd binihêrin ewê bi awayekî zelal were famkirin ku ev talan,ev êrîş  hema weha bi hêsanî nayê kirin. Seranser sedemê qirkirina çandê bi sekname ya xwe ne zelalkirinê ve girêdaîye. Kum e hunermend,rewşenbîr,nivîskar,siyasetmedar,mamoste û hwd. Peywira xwe ya mirovahiyê û Kurdewariyê pêk anîba îro rewşa çand û hunera gelê Kurd wê diasteke herî başde ba. Di vir de tê famkirin ku dewleta dagirker ya ku li ser esasê tunekirin û înkarkirina gelê Kurd xwe dide jiyankirin derfet û hêzaxwe yîku çanda me qir bike ji helwestameyî qels û ji seknameyî lîberal distîne. Ez bawerim her Kurdê bi vîjdan û damara mirovahiyê di xwede his bike gerek vê sekna xwe ya li ser xeta tasfiyekirinê mahkûm bike û bi xwe re rû bi rû bimîne û xwe dadgeh bike. Bi vêre girêdaî jî ferasetên xwe yên nebaş jî wekneyarekî bibîne û li hember şer bike. Mîsyonerê Pergala dewleta dagirker gava ku valahiyê û xentaliyê di me de dibînin deqe berî deqê dikevin tevgera ku wê valahyiyê bi rengê xwe dagre û keda pîroz ya ku li ser xwîna hatiye avakirin ya hezarsalan derxe valahiyê û bê wate bike. Ku her kesê kurd yên bi vîjdan û xwedî nirx dibîne çenekî bifikire pêwîste berî her tiştî sekneke xwirt û helwesteke tûj li hember qirkirina çandê nîşanbide. Lewre dê di tunekirina çandê de civaka Kurd jî bihele û ji wateya xwe yî pîroz derkeve. Ku merev di zanebûnawêde be û merev çandê wek mîna mûmê xwe jî mîna agir bibîne, dê ew çax were fêmkirin ku gava ku  mûm bihele û biqede agir jî wê bitefe û ronahî namîne. Yanî ku çanda me qir bibe û têk here emê jî biqedin û tune bibin. Wê demê tu wateya merev li jiyanê be û ji xwe re bibêje wesfê mirovahi yê li ser mine tune. Lewre her tişt li ser çandê hatiye damezirandin. Exlaqê civakê,zimanê wê, birdozîya wê û her beşê jiyana nû, li ser nirxên şoreşgerî û neteweyî pêk tê. Ji ber vê yekê neyar dixwazin ku çanda me qir bikin,ji ber vê yekê ji civaka me û rêxistina me ya ku şaxên xwe bera nava kezeb û dilê gel daye ditirsin û jibo waha ji azadiya jinê û zarokan ditirsin,jibo wenî ciwanan belasebe û bele heq bi 15-20. salan tewambar dikin û dixin zîndana.

 Gava ku tevgerek û rêxistinek hêza xwe ji gel bistîne û şaxên xwe bera nava dilê gel de pergala dewleta dagirker vêya qet xebûlnake û pir jê ditirse. Ji ber vê yekê konseptek bi rengê tunekirin û qirkirina çandê pêk tînin.
Di virde tiştê ku di warê helwest nîşandana qirkirina çandê ya ku dikeve ser milê me çiye gerek em baş bizanibin.Ya girîng îro ji me re ev e! Emê çawa van lîstikên qirêj li gor layiqatiya şoreşa tevgera azad derxin valahiyê. Di heman hilberîn û berhemên me de pêwîste ku ev lîstik û qirêjiyên ku li ser me tên meşandin ji aliyê mirovên xwedî nirx û xwedî vîcdan ve were teşîrkirin û ev feraset û stratejiyên ku li ser tunekirina me hatine çêkirin  di huzûra gel û di huzûra dîrokê de were dadgehkirin.

 

Seyda Perînçek


 




Bu sayfa hakkındaki yorumlar:
Yorumu gönderen: Haceer( marcos.pbol.com.br ), 23.05.2013, 07:30 (UTC):
That isnight's perfect for what I need. Thanks!



Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=