type="text/css">
   
 
  seydaperincek2
Dewleta Tirk û çanda wê ya qirkrinê



Yazar Adı: Seyda Perînçek


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 13.07.2010 Saat: 23:47

 

Binihêrin li dîroka cîhanê, hûnê bibînin ku bi qandî pergala dewleta Tirk,çanda qirkirin û tunekirinê bi tu miletan re tune ye. Her tişt pîvan û hiqûqekî wê heye. Di nava ajalan de,di nava xwezahiyê de,di nava,mirovahiyê de di nava her tiştî de exlaq pîvan û dîyaletîkek bi pergal heye. Gava ku ew xeta sînorê hiqûqê binpê bibe wê demê li hember wê bê hiqûqiyê jî xwe bi xwe helwestek xwezayî derdikeve holê.

 

Ez bawerim artêş û dewleta Tirk ew sînorê pîvan,exlaq û hiqûqê mirovahiyê ji doh de binpê kirine. Ji xwe ji ber vê yekê pergala cîhanê ser û bin bûye,ji ber vê yekê xwîna ciwanan diherike,ji ber vê yekê dilê dayikan diperte û dişewite. Ma xema generalê artêşa Tirk’e Zarokê bîst salî dimire,ma xema serok wezîrê Tirkî’ye zarokê 5-10 û 15 salî bi dîpçikên sîlehan serê wan têne pelixandin,,ma xema serok komarê Tirkî’ ye laşên bê ruh û bê can serên wan tên jêkirin û termên wan têne perçekirin? Na na qet ne xema wan e. Zarokên wan naçin li çiya şer nakin, zarokên wan bi rojan bê xew namînin û di riyên bi mayin de derbas nabin bi tirsa mirineke dijwar. Zarokên wan li ber behra,li ser sahîlan ji xwe re kêf û seyranê dikin an jî raporên siqte yên çurik distînin û ji leşkeriyê xelas dibin.

Ev çiye? Ma ev ne bê exlaqî ye ku merev zarokê xelkê bişîne şer û yên xwe jî mîna çavê xwe biparêze û li ser cenazeyên leşkeran bigere û bê fedî bibêjebila welat sax be? Ma ne şerme ku merev li ser xwîna ciwan û dayikên dilşewat rantê û siyasetê bike? Lê ez ji dayikên leşkeran û yên ku kezeba wan şewitiye re dibêjim! Heta ên ku her roj li ber nûçeyan dimînin û hebûn û tunebûna zarokên xwe mereq dikin û gav û seet dibêjin gelo îro di nav bûyeran de, di nav mirî û kuştiyan de zarokên me jî tune be û xewê şevan li wan hisret be  helwestek tûj li hember vê bê exlaqiya pergala dewleta dagirker nîşan nedin dê çawa ev xwîn bisekine? Dê çawa aştî saz bibe û dê çawa dilê dayikan şa bibe? Na na heta ku berî herkesî dayik û bav li hember vî şerê qirêj nesekinin û xwe nekin mertalê aştî û azadiyê ev şer dê her bidome û xwîna ciwanan û zarokan dê her biherike.Ev jî ne jibo gelê Kurd ne jibo gelê tirk û ne jî jibo mirovahiyê qet ne tiştekî baş e.

Wek min li jor jî gotiye ev serdiestên artêşê,yên hukumetê,û yên xwedyê feraseta qapîtalîst xwe li ser şer û bedena zarokê bîst salî didin jiyankirin. Jibo wan tenê tiştek girîng û pêwîst e. Ew jî li ser ked û xwîna ciwanên bê guneh û dayikên dilşewat xwe parastin û xwe jiyankirin e. Li ku hatiye dîtin ku laşê bê ruh û bê can avêtine dû panzêran û bi xwê re kişandine? Li ku hatiye dîtin bedena bê giyan hatiye perçekirin, ser û guh û poz hatine jêkirin? Gava ku ez vê hovîtiya pergala dewleta dagirker tînim ziman ez dilerizim, ez şerm dikim,hestê min dikele, kela min radibe rondik di çavê min de nasekinin! Ên ku vê hovîtî û qirkirina fizîkî bi dest pêk tînin gelo di derûniyeke çawade ne û bi çi awayî jiyandikin ez pir mereq dikim. Jbo ku mirov vî tiştê devrî mirovahiyê û devrî exlaq dikaribe bike gerek merev hestên xwe yê mirovahî wendakiribe.

Ev jî dide xwiyakirin ku dayik û bavên leşkeran ji vê demê û şûn de gerek zarokên xwe teslîmî xwedyê vî mejyê qirêj û vê feraseta wehşî neke. Ez bi hêvîme ku her dayik û bavê leşkeran piştî ku ev ruyê dewleta dagirker dîtin dê zarokên xwe hew teslîmî xwedyê vê pergala qirêj bikin. Kesekî ku ji xwe re bibê je ez mirov im dibê vê qirkirina bê exlaqî qebûl neke û li hember vê tunekirina mirovahî  yê bi heman derfetên xwe canê xwe bike mertal û berdêla wê çi dibe bila bibe gerek her mirov li hember vê hovîtiyê sekna xwe ya mirovahî nîşan bide. Ev berpirsyarî û peywireke mirovahi ye. Ên ku naxwaze sibê li hember dîrokê hesab bide û bi şirîkantiya vê wahşetê bên tewambarkirin dibê ro berî ro derkevin kolana û li hember vê pêvajoya hebûn û tunebûnê rola xwe bilîze û pewira xwe ya mirovahiyê pêk bîne.


 




Bu sayfa hakkındaki yorumlar:
Yorumu gönderen: Deepa( jlsennekervoyager.net ), 23.05.2013, 10:57 (UTC):
I spoke to Patrick Pule who made other promises that were not on the weibtse. I called to get more information and his counter part called me right back to schedule me and inform me that they have revamped the program. It now cost $299 first phase (trial/interview) the second phase is $399 and then once they place you they take a percentage of your pay which they would not discuss over the phone which lead me to believe they want you to come in and then give you the hard sell. Well I decided to research them and low and behold with no effort I came across this blog and am quite happy I did. Thanks everyone for your in put and I am sorry for your troubles and future headaches with this scam.



Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=