type="text/css">
   
 
  seydaperinçek1
Awazê Çiya û Awazê Bajêr



Yazar Adı: Seyda Perînçek


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 1.10.2010 Saat: 01:05

Awazên ku ji qirika lehengên çiyan derdikeve û awazên ku ji qirika hêkên peltekî yên bajêr derdikeve, bi qandî çiyayê agirî ji hev cuda ne û ji hev dûrin. Dengên ku ji çiya tê, mîna çemê lolanê zelal û xwezaî ye. Dengên ku ji nav beton û jiyana qapîtalîst tê, dîl û newêrek e. Ev cudatiya nava dengê çiya û bajêr ji ber çi sedemê ye pêwîste ku merev baş bizanibe û ji îro pêve li gor vê rastiyê xwe bi rêxistin bike. Di jiyana çiya de xwezaî, heye,afirandin heye,jiyanek hevparkirinê heye,hezkirin heye û ya herî girîng,azadî heye. Li hemberî hemû van heîyên pîroz, di rojev û jiyana lehengên çiya de çi tune? Ez bibêjim! Pere tune. Ev xalên ku min anîne ziman jibo dengekî wêrek,dengekî zelal,dengekî xwezaî û azad bese û pire jî.

Di jiyana bajêr de jî, jahra mirovahiyê, pere heye. Neyarê azadiyê, bêtifaqî heye. Ji mîrata bav û kalan xwarin û xwe dubarekirin heye. Li hember hemû van heîyên neênî çi tune? Ez bibêjim! Neyarê qirkirin û tunekirinê, xwe nûkirin û afirandin,tune. Ev bi serê xwe . pirsgirêkeke pir û pir mezine. Lê ev rastî jî heye. Mirovên ku piçekî ji exlaqê tevgera azad nesîbê xwe girtibin ew di nava betonan de bin,ew li ku dibin bila bibin di afirandin û berhemên xwe de ekl û tahma çiya û jiyana azad dikarin bidin. Gelo çima huneremend gava ku bi felsefeya hostayê hosta jiyana nû xwe bi rêk û pêk dike di den, awaz û hilberînên xwe de dibe bersiva civak û rastiya cavakê? Lewre xwe ji jiyana qapîtalîst diparêze. Lewre xwe tevlî jiyaneke birûmet dike. Eve ê ku berhem û hilberînên merev watedar dike. Her tişt bi jiyankirinê ve girêdaî ye. Dibê ku merev jî êş û elemên lehengan di dil û mêjiyên xwe de his bike û di sekna xwe ya jiyanê de dikaribe li gor derfetên xwe jê re bibe bersivek erênî. Ne tenê êş û elem. Xweşî,şahî û geşiyê wan jî dikaribe bi rengekî felsefî di helbest,stran wêne heykel û di her cûreyê çandî û hunerî de neqş bike û bîne pêşberî gel. Ku hevalbendên merev li kêleka mere jibo pêşeroja merev tekoşîn û şoreşekê bide meşandin û jiyana xwe ji dest bidin, li ser termê wan bi awayekî hovane îşkence were kirin û merev jî vê rastiyê li kêleka xwe nebîne û êşa wan di dil û mejiyê xwe de his neke û di hilberîn û berhemên xwe de vana nîne ziman ev durûtî û bêrûmetî ye. Ev helwest bi tu awayî gerek neyê pejirandin. Ne gel,ne tevger, ne jî merev bi xwe gerek vêna nepejirîne û mahkûm bike.

Heta ku em jî mîna lehengên çiyan jiyana qapîtalizmê di xwe de nemirînin û ji hiş û mejiyên xwe navêjin dengê hunermendan wek dengê lehengê çiyan zeal û azad dernakeve. Bi rastî ji pêwîste ku em hemû hunermend bi afirandineke ku ji qirkirina çandê,nijadê û mirovahiyê re bibe bersiv derxin holê. Lewre di pêşerojê de emê nikaribin derkevin pêşberî gel û hesab bidin. Jiber vê yekê ro berî ro em xwe li gor xwesteka pêngava çaremîn û xweseriya demokratîk bi rêk û pêk bikin û ji xwedyê deng û awazê azad û zelal re bibin bersiv.

Berî ku ez jibîr bikim û nivîsa xwe bi dawî bikim, çend roj berê nivîskarê hêja û delal Îkram Balekanî di mijara stranên min de çend tişt anîbû ziman. Ez wan pêşniyarên rêhevalê hêja Îkram balekanî wek rexneyekê dinirxînim û di demeke kin de bi strana xweseriya demokratîk ezê rexnedayina xwe bidim. Jibo ku te ez hişyar kirim ez bi hestên xwe yên germ te silav dikim û spasyê xwe pêşkêş dikim.


 





Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=