type="text/css">
   
 
  demhatbaydas3
BEREW JİYANEKE Bİ CEWHER



Yazar Adı: Demhat Baytaş


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 15.05.2009 Saat: 00:04

Em di pêvajoyeke wusan de jiyan dikin ku, gihiştina hinek encaman bi serê xwe xala pirsînêye. Ew çend tevlîheviyên fikrî, civakî,siyasî û felsefî di asta çandan de têne meşandin, bi giştî mêjuya mirovahiyê ruberuyê vêqas bê edaletiyê nebuye. Pêşbirkeyên di asta çandan de têne meşandin, hestên mirovahiyê bi xwe jî xistiye gumana ku tejî pirsin. Sîstema kû weke deselatdarên cihanê xwe bi şekil kirine ger gotin li cihê xwe be; “têgeha ku di baweriyên pîroz da ji bo Xudan veqetandine, di himêza dil, hest û remanên mirovahiyê da xwe dane bi şikil kirin.” Têgeha kû bi navê “hebuna çanda civakî” ji naveroka wiya dur xistine. Bi felsefe u bîrdoziyên modern-postmodernda ketine hemu aliyên zanista mirovahiyê. Bi hebun û rêbazên xwe yên cihê reng weke hucreyên bi jehir ketine demarên her beşeke ji civaka mirovahiyê. Ji zarokan bigre hetanî temen derbazbuyan bi bandortiyên xwe yên heybet her beşeke ji vê girseya civakê bi reng dikin.
Ev felsefeyên ku weke leviethana yanî dêwên mezin derketiye hola jiyana mirovahiyê misoger baş dizanin ku wê bi çi rêbaz û kîjan beşê civakê xudatiya xwe ragihînin. Ew gihiştine wê zanîstê kû di civakê da rêka herî asan û nêzî serkeftinê ciwanin. Ji berkû ciwan; lêgerîne, herikîne, gihiştine,tevgere,afirandine, vîne, hezkirine, jiyane yanî bi kurtahî rengê şêweyê jiyana mirovahî ya îro û dahatêye.
Sîstema ked xwar û mêjukdar ya kû îro deselatdariya cihanê dimeşînin, bi felsefe û îdeolojiya kû îro pêbawerin hewldidin, bi hestên maddî û aborî xwe berdin nava demarên pêkhatina civakê da. Têgeha kû binavê “cewher” bi xwe ji naveroka xwe ya bingehîn durketiye. Hest, vîn, hezkirin, tevgertî, bawerî, mirovahî, dostayetî, hevaltî û pir têgehên ku civakek li ser wê ya dadimezrên, cewhertiya xwe wundakirine. Li cihê van têgehên ku rengê jiyanê bi xweşik dike, di xemlîne û di himêza evîna civakek azad da digihîne lutkeyêda, peyva “berjewendî” gihandine rewşeke ku di civakê da eger nebe nabe. Belê rastiyek heye eger em vê hebûna bi navê berjewendî di xizmeta gel, civak, bawerî, bîrdozî û kesayeta xwe ya kû sud digihîne derdura me, mîsoger wê demê di xetek rast da di herike. Bele birastî sîstema deselatdar kû xwe weke modernîte binav dike vê ya bi şêweyeke rastda bi kartîne yan jî mirovan ji rastiyên cewherî yên mirovahiyê durdixe.
Gelo hemû hewldaneke wana ne liser bingehê ku mirovan ji her coreyê rêxistineke civakî qutbikeye?
Yekbûnên civakî ji bo xwe çi qas nîşanên mirinê dibînin? Dabûnerît û exlaqê civakî ji bo wana çi wateyê dide? Azadiya Civakî li gel wana çi wateya xwe heye? Bi çi nêrînekê temaşeyî nasnameya netewî dibin?
Werin em bersiva van pirsan bihêlin aliyekê û bi gerin mijiara xwe kû em hewl didin ciwanan bi wate bikin. Nêrîna yan jî bîrû bûçûnên sîstema deselatdar li beramber ciwanan çiye, em bi çend pirsan hewlbidin wana têbigihin.
Ciwanên civakek weke me bindest jibo sîstema deselatdar tê çi wateyê? Azadiya ew binav dikin jî çi qasê ji bo me esas dibînin? Nêzîkbûna her ciwanekê ji rêxistinbunê ra, ji exlaqê civakî ra, ji îdeolojiyê ra ji bo xwe di çi astekê da dibînin? Gelo di cîhanê hemûyê da ciwanên me jibo çi rêxistin dikin?
Em jê ne bîyanîne ji vê çaxêre dibêjin çaxa teknîk û teknolojî û zanîstê. Civakên kû di asta pêşkeftinê dane di vî warî da pêşkeftineke baş bi dest xistine. Belê em weke ciwanên gelên bindest, divê hêlê da ji her pêşkeftinê ra bê par mane. Ev şêweyê kû em îro dinav da jiyan dikin, weke çarenusek hatiye sipartin. Bîr û bûçûnên jiyaneke maddî wusan kiriye kû ciwan ji cehwerê xwe yê bingehîn durbikeve. Bi sud girtin ji tevger û bizava ciwantî, wusan kiriye kû ev şêwe ruhê ciwantî ji naveroka rêxistinî qut bimîne. Bi şêweyeke ne zanîstî nêzîkbûna lihimberî dunyayeke ciwantî ya şikil, boye sedem kû bi xwere bikeve di xizmeta sîstemê da. Ciwan diberjewendiyên xwe de bikaranîn weke ku di leyistina satrancê de çawan jibo bigihî armancên mezin pîyonan didî kuştin, heman şêweyî jibo belavkirina jehra xwe ya gemar jî ev sîstemên deselatdar ciwanan di karên weke; bê hişî, bê exlaqî û li himberî her coreyê rêxistinbuneke azadiya civakî û kes dike armanc bi kartîne. Di beku hinek bêjin di rastiyê da ciwan belave bê rêxistinî jiyan dikin yanî wusan nebi rêxistin kirîne kû bikeve di xizmeta sistemekê da belê rastiyek heye ew jî eve kû şêweyê ciwanan yê wusan bi xwe di xizmeta vê sîstemê da ye û ev jî bi şêweyek rêxistin kirî tê jiyan kirin. Jiberkû sîstem taybet vê ya rêkûpêk dike.
Wê demê lihimberî vê sîstema kû xwe weke Xudayê cîhanê binav dike û civak, mirovahî û ciwanan ji cewherê wana dur dike rêka herî baş û birêkûpêk bi çeka wana mirov lihimberî wana hewldan bike. Bi rêxistinbun bibe armancek kû eger nebe nabe. Cewheriya hundurîn kû bi hêvêne bîrdozîya mirovahî û şaristaniyê hatiye stewhandin hewlbide ku ji nude bide jiyan kirin. Li cihê reva ji jiyana cewherî bi çar destan vê jiyanê bigrîne himêza xwe. Bi eşq û evîneke pir ji rastiyên civakî û mirovahî,bi daxwaziyên azadiya kes ligel civakê rêka serkeftina bingehîne.  
 
 
                                                                                                                      Demhat BAYTAŞ

 




Bu sayfa hakkındaki yorumlar:
Yorumu gönderen: Gulnara( infobarghtechnic.ir ), 23.05.2013, 08:48 (UTC):
Randy-Sorry about the late response. Great oveevirw of some of the tools and uses of facebook. You are right it's not just a social network. It's being used by all marketing professionals and businesses.Great Information!Thankssean



Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=