type="text/css">
   
 
  demhatbaydas2
Postmodernîzm



Yazar Adı: Demhat Baytaş


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 4.07.2009 Saat: 00:51

Post modernism tevger û nêzîkatiyeke kû di navenda sedsala 20'anda di aliyê xweyên edebîyat,mîmarî, hunerê ciwanekan û bi taybetî jî di alîyê felsefe û komelnasiyê da derketiye dikeya zanîstê.
Peyva "post" wuşeyeke ingilîziye. Wateya xwe ya peyvê "piştre" ye. Yanî wateya pîştî modernîzmê tê zanîn. 
Di aliyekê da pêvajoyeke xwe ya dîrokî heye û di aliyek dinda jî sîstemek xwe ya fikrî heye.
Weke giştî her çendî dibêjin, postmodernism li Emeriqa derketiye belê weke fikreke bingehîn disalên 1970'yan de li Fransa derketiye. Yanî cihê dayîkbûna postmodernîzmê Firansaya. Hinek ji zanyarên weke; Jean-Francois Lyotard, Jacques Lacan, Jean-Pierre Lyotard, Jacques Derrida, Michel Foucault, Julia Kristeva, Jean Baudrillard, Gilles Deleuz kû xelkên Fransana serkêşî ji fikra postmodernîzmê re kirine.
Weke tê zanîn di aliyê têgeha postmodernîzmê de hemû zanyarekan li ser yek wateyê hem fikir nînin. Belê dema kû postmodernism tê gotin, di xaleke giştî da; weke dijberiyek yan jî lê qutbunek ji modernism ê tê hesibandin. Belê di aliyek din dejî di karîn bibêjîn temamkirina pêvajoyek yan jî di xala serneketin û rawestana modernîzmê da destpêkirina postmodernîzmê destpê dike. Belê jibo kû mirov bizanibe postmodernism ciye, dive kû diserîda em modernîzmê rûn û aşkira bikîn.
Modernism; weke çarçeweyeke giştî nêzîkatiyeke kû ew heyîna dabunerîdî, girêdayî kirina hebûna pêşketîye, çalekî û rêbazeke kû heyîna xwecihî û fêrbûyî, lihevkirina hebûnên niwê ye. Di heman demê da îdeolojiyeke di çarçêweyekê felsefiya berfirehda; pêşketina rewşenbîriyê da, fikra humanism ya gerdunî, bi gerdûnîbûyîn û bilindbûna bingehê demokrasiyê bilindkirin û pêşxistinê bi wate dike. 
 
Ceribandin û navendên modern her coreyê tixubên coxrafî û etnîkî, tixubên çîn û neteweyan û tixubên ol û îdeolojîyan dibire. Di vê wateyê dikarîn bêjîn modernîte hemû mirovayî biyek kiriye
 
Borjuwaziya kû dawî li deselatdariya hezar salan ya feodalîzm û kilîsê anî, bi siloganên azadî û biratiyê derkete hola dîrokê. Belkî jî difikiriya kû bi van fikrên xwe, her weha di herêmên zanîst, teknîk û pîşe yê serbikeve. Belê modernbuyîn negihişte armanca xwe. Jibo vê ya bi taybet ji aliyê Marks û Nietsche ve boye hedefa tîrên rexneyan. Belê ev yekitî yêkitiyeke paradoxale. Di wateya Marks da bi modernbûyîn hêlimbûyîna parçeyeke hişkê ji gerdunê ye.
Li gorî Marks dibekû ev aliyên ronesans û roşinbîriyê di aliyê pêşketina zanîst, licihê baweriyê da zanîn û bawerî bi eqil anînê başe. Bele ev sîstem nikare azadî, rizgarî, biratî, wekheviyê bîne. Tenê ev mercane di sîstemek weke sosyalîzm da wê bêne cih.
 
ligorî Nietsche jî "Der Fortschritt ist bloss eine modern ldee das heist eine falsche ldee" (pêşketin tenê fikreke moderne, belê fikreke xelet).
Postmodernism jî;(weke têgehandina_jor) lihimberî hemû îdeolojî û felsefeyên rasyonalîzm, pozîtîvîzm, liberalism, qapîtalîzm û marksîzmêye. Lihimberî nirx û modernîzmê lêpirsînkere. Li cihê giştîbûna gerdûnî, layengirê hemû giştîbûn û herêmtiyane. Nêzîkatiya her "tişt wê biçe" deselate. Li himberî hemû rêgez, rêkûpêkî, yasa û edaletê, xirapker û binpêkirinan esas digre. Ligorî postmodernîzmê tenê rastiyek û wateyek na, pir rastî û pir wate hene. Li cihê sentez û giştîbuyînê; parçebuyîn û tevlîheviyê di ecibîne.
Dîsan di heman demê da postmodernism her tiştê weke qariyer, berpirsyartiya kesî, bîroqrasî, demokrasiya liberal, humanism, xweşbînî, wekhevî, Marksîzm, Xiristiyanî, Faşîzm, Stalînîzm, Îslamyet û zanîsta modern di yek kefenî da digre.Divê derê de jî diyar dibe postmodernism nerazatiya lihimberî hemû kêrhatinên gerdunî yên sîyasî, olî yan jî civakî nîşan dide. 
Aslinda postmodernism sîstemeke fikrî ya lihimberî sosyalîzmê ye. Tenê ne sosyalîzm.. belkû lihimberî humanîzmê, rastiyê, zanîstê, azadiyê, rizgariyê, gerdunîyê, zanîstê û eqle.
Hinek ji taybetmendiyên bingehîn yên postmodernîzmê kû hinek jiwan me li jorde jî aniye ziman evin;
*Em nikarin rastiyên ji derveyî me fambikin.
*Rastiyên gerdunî xeletin.
*Nêzîkatiya giştîbuyînê xelete.
*Her tişt derbazdibe, tiştaku duh rastbû îro ew tişt xelete. Tiştakû îro raste sibe wê xelet be. Jibo wê ya tucaran mirov wê negêhê rastîyan.
*Di civakê da hemû nirx, weke ferdî û kulturî di nasîne. Ev tiştên kû dinasîne weke dîrokî digre dest û derbaz dike.
*Tişta rast daxwaziyên mene.
 
Ger em weke felsefe bigrine dest; hem radîkar û hem jî muhafezekare. Di aliyê ferd, nasname û kulturê da radîkale. Her weha di aliyê guhartina sîstemê de jî muhafezakare. Di aliyê polîtîk de muxalif û di aliyê aborîda jî hevkare. Her weha di aliyê giştî de jî parastvanê sîstemêye.
Em binêrin kû civaka postmodernism xwediyê çi taybetmendiyekê ye;
Di civakên berî pîşesaziyê da demakû ekonomiya bingehîn xakbû, di civaka pîşesazî da makîne û di civaka piştî pîşesaziyê de jî aboriya bingehîn zanîste. Berew civaka zanîstî da meşiyan guhartina aborî, civakî, polîtîk û kulturî di jêhatineke şoreşî daye.
 
Di civaka postmodern da civak, ji guhartinên xêrayî yên compyoter, agahiyên zanîstî, teknolojiya pêşketî û guhartinên teknolojiyê serçawe digre.  
Li gorî Lyotard civaka postmodern jê qutbûna çêkera civakî û kulturiye. Kulturên civakî yên pîştî pîşesaziyê jî weke postmodern bi nav dike.
Em çend rexneyek felsefîk derbarê postmodernîzê da destnîşan bikin.
Di aliyekêda di van demên dawîyêda ew tişên kû weke hewesên derbazbuyî, taqtîkên reklaman yan jî pêşandanên nava wana fale, parçeyeke ji guhartinên kultura komelgayên Rojava giraniya xwe didine hîskirin. Tiştakû di pratîk, gotin, agahîyan da derdikeve guhartinên giring di kultura mede xwe di dine nîşandan.
Me gotibû kû postmodern dijî gerduniyê derdikeve. Yek ji wan rexneyên kû lihimberî postmodernîzmê têne kirin; bi retkirina gerdunî, polîtîkayek bi berhem nakevite dest. Ji ber kû postmodernism xirapkere, jibo parastinek civakî, polîtîk û exlaq bingehek yê wê yê bi tendurist nîne. 
Yek ji wan rexneyên din kû li himberî postmodernîzmê tê girtina dest, di derbarê samîmyeta wê ya ye. Her çendî kû lihimberî lîberalîzmê derdikeve jî bele di rastiyê da taqtîkek ya reklam kirinê û hale modernîzmê yê tîcaretê ye. Mesela jibo bazara xwe di dewletên sêyem yên cîhanê da xurt bike wan malên dem derbaz bûyî, moda yên kû nehatine firotin, teknolojiyên kû bi kêrî wana neyêne weke reklamekê kardike.
Her çendî kû weke fikir di dawiya sedsela 20 an derketibejî , layengirê rakirina saziyên desturî, dewletên netewî, rêveberiyên giştî ye. Li gorî wê ya ne civakên mezin, belkû parçe civakên kû van civakan pektîne bê esas girtin. Bele mixabin postmodernism divan hêlan de rêveberiyek wê çawan bête kirin û şêweye ke çawan bête esas girtin, zêde agahî derbarê vêya de nine û vê ya şîrove nake.

 





Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=