type="text/css">
   
 
  demhatbaydas1
Postmodernîzm Kes û Civak



Yazar Adı: Demhat Baytaş


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 28.07.2009 Saat: 23:34

Postmodernîzm weke felsefeyeke çandî û qutbûnek ji modernîtê û dirustkirineke nu derkete holê. Lê ya rastîn ewe kû postmodernîzm weke şêweyek ji felsefê yan jî rêbazek ji bîrdoziyê derket û armanca yekem li himberî fikra sosyalîzm birengkirina fikrek nuye. Destpêk weke îşaretek xwe di beşên mîmartî, edebiyat û resîmde daye nîşa kirin. Dijberî modernîzma bilind weke bê peywendî û henekwarî derket hola zanîstê. 
Dikarîn bêjin kû li cihê “çanda bilind” tevliheviyek kire dinavbera “çanda bilind û çanda populer” her weha tixubên estetîkê serûbinû kir û herêma pîşe weke reklam bikaranînê xwe daye pêş. Li gorî pir ji postmodernîstan mafeke pîşe yê ber(şikil) dana jiyanê nîne. Her weha mîsyonek tenê jî ya pîşe nîne. Ke wate di zanyarên demê yên mîmartî, film û edebyatê da xwe dide pêş kû “her tişt munasibe.”
Di rewşek wusan de postmodernîzm bi hatin xwere du tiştan diguhure; ya yêkem bingehê rêkxistina civakî (society) cihê xwe dide koman(cemaetan).
Civaka postmodern xwe bi civaka piştî pîşesaziyê re dike yek û dibe civaka compyoter, teknolojiya pêşketî, zanîst, enformasyon û “civaka zu guhartinê” çêbikeye. Ligel van pêşkeftinên ku derdikevin şêweyê rêxistinên civakî jî xwe didin nîşakirin. Her çendekû di meseleyên zanîstî de mirovahî nêzî hev kiriye jî bele di rastî da di meseleyên sinurê dewlet yan jî netew her weha girêdana kes ya bi gel bunê ve derbeyên mezin jî bi xwere înaye. Ji ber van sedeman mirovan girêdana xwe ya dîroka civakî ve wundakiriye. Ji ber ku xwe pesartina cemaetan cudaye ji xwepesartina civakî. Ligorî Drucker ev rewşa heyî li cihê nirxên civakî zindîbûna eşîretiye xwe dide pêş. Divirde rêgezên leyîstinê eve; yan rêxistineke jorî dewletê   û civakê wek rêxistineke “bazar”ê, yan jî ew girêdana meya mêjûyî ya exlaqê civakê wê diyar bike.
Em dibînîn kû postmodernîzm her coreyekê rêxistinbuna civakî red dike. Rêxistinên deselatdariyê, dewletê, rêxistinên çînan hemuyan înkar dike. Deselatdariyê bi kes dike, yanî her kesek deselatdarê xweye. Di sîstema demokrasiya postmodernîzmê de kes ji her coreyê çêkereke rêxistinî qut, lihimber civakê bê berpirsyare. Vê civakê jî weke civake ke pêş pîşesaziyê binav dike. Gelo ligorî postmodernîst binav dikin, civakeke hilberînkare yan jî civake ke berxwarinê ye. Awayek ji têkiliyên civakî yên berxwarin(tüketim) û grubên berxwarinê çêdibin. İha ligorî van gruban wê kiryarên hilberîneke parçe parçe bi dest bikeve. Yanî bi pê polîtîkayên sîstema deselatdar; “parçe bike-parve bike-rêvebibe-îmha bike- bi helîne di şexsiyeta kes de rêka berxwarina insanan vedike.
Di rewşek wusan de pêşketina postmodernîzmê bi tevayî nebejî têgeha “felsefeya civakî” lewazkiriye û giringiya xwe wunda dike.
Di aliyê kes de jî; kes nasandina berjewendiyên xwe û nasnameya xwe ya siyasal wunda dike. 
Di rastîda postmodernîzm tu nikarî wusan bi wate bikî tenê di jîyanê da nîşanên xwe diyar dibe. Ji ber kû têgehên weke “rastiyên gerdunî” û “rastiyên mîsoger” hîna di destpêkê de dij derdikeve. Ji ber vê aslinda ewên kû xwe postmodernîst dibînınjî nikarin di her hêlê da postmodernîzmê bi wate bikin. Yanî postmodern di mirovekê da xweser yan jî azad nîne. Her dem ji derdura xwe bi bandor dibe û têguhartin. Belê di heman demêda derdura kû têda jiyan dikin jî didin guhartin. Nimuna balkêş em bidin mesele di siyaseta Turkye da keseke weke Suleyman DEMİREL “duh duhbu, îro jî îroye.” Yan jî di Kurdistanê da siyaseta kû Celal TALABANÎ birêve dibe. Ez bawer dikim kû bi van mînakan em wê hîn zêdetir bigihin zanîna taybetmendiyên kesên postmodern. Her weha dibînîn hinek ji grubên berjewendîparêz kû herdem mînaka “em yan ez” dibin navê himêzkirina giştî gerdûnî da wuşeyên herî bi mirovahî dikin, belê di rastiya xwe de nikarin ji çarçeweya berjewendiyên xwe yên grubî yan kesî derbikevin ji derve. Yanî di postmodernîzmê da meydan dimîne, yên kû di jiyana xwe da li tu bawerî û îdeolojiya ne nerê, bê îdîa û bi nêrîna “jibo min baş dibe.. ez ya te nizanim..”
Me li nivîsandinên berê de jî gotibû kû postmodernîzim liser nêrînên Nietzche ji dayîk bû. zanyarên dîtir hîn zêdetir şekil û dayîkbuna wê ya bireng kirin. Yanî li ser teza Nietzche ya, “xuda mir”felsefeya civa kî ya postmodernîzmê hate avêtin. Eger em ji vêya derbikevin rê, di dunya yeke ku xuda mirîda tê wateya kû herkesek xwediyê baweriyek ya xwe ya taybet heye. Ev jî wê wateyê dide kû pêwîstî bi rêgezên yekbuna civakî namîne. Her kesek wê çawan jiyan bike ew bi xwe wê biryara jiyana xwe bide. Her kesek xwe bi xwe deselatê xwene. Temam ev ji bo pêşketinên demokratîk başin azadiya mirov re rê nîşandereke. Yanî ev aliyeke erênî. Bes em hineke mêzebikin ev aliyên erênî wê bi xwere çi aliyên nerênî jîbîne. Gelo mirov wê demê wê ne bêje; pêwîste vîrengî yan wî rengî bi rêbazên civakî nîne. Wê nebêje ka destpêkê de em jiyan bikin piştre jî bi mêzandineke civakî vî ya bigihînin civakekê û weke rêbazeke civakî jiyan bikin.
Di aliyê nasnameya kes da; di felsefeya civakê da danasîn û nasandina nasnameya kes dike. Nasnamê dinava kiryarên xweser û kiryarên wekhevda, nasnameyeke serbixwe û azad dibîne. Yanî nasnamê weke damezrandinekê di ecibîne. Di virde em bikevin rê baş, xirap, rast, nerast, burjuwa, proleter, jin, mêr yê dagir dike û yê kû tê dagirkirin dide aliyekê. Yanî kes xwe çawan dibîne, çawan hîsdike û çawan xwe bi wate dike wusane. Ji derveyî vê ya tişteke din nîne. Lê di rastiyê da eve kû tiştakû di virde weke nasnamê binav dike ji bê nasnametiyê wêdetir tiştek nîne. Yanî şêweyeke teoriya sîstema deselatdar ya kozmopolotîke. Kes û civakê ji nirx kokên xwe yên mêjûyî qutkirine. Li ser vê yare jî vê ya ne weke nasnameyeke çînî yan netewî, weke nasnameyeke cinsî kesî pêştêxe. Yanî bi nêrînên wek derbazbûna têgehên li “ jin û mêrîtî” yê, tişta giring ne nasnameya cinsiye belkû daxwaza kese, bi vê nêrînê di rastiyê da rêya rêderketinên cinsî rewa dike. Bi gotinên “jina herî xweşik, jina kû xwe zû rus dikeye..hemû jin di tarîtîyê de xweşike....” nêrîna postmodernîzmê ya lihimberî jinê aşkira dibe. Dibin navê azadkirinê da bê nasnamekirina cinsî, veşartina çewisandina cinsî xirabiya herî mezine lihimberî cinsê jin. Weke reklaman bikaranîn dibekû jibo wan grubên berjewendî parêz bi berhembe, belê jinav birina mirovahiyê bi xweye. ji bo kû ev newekhevîya cinsî ji holê rabe, pêwîste kû bi şêweyek azad û wekhev xwe bi hebûn bikin û bi karin xwe îfade bikin.
Yanî li gorî van tiştên kû li jor hatîn zanîn, zanîna exlaqê civaka pêş pîşesazî kû binav dikin wê ne zehmet be. Yanî di felsefeya exlaqda tu rêgez nînin kû civakê bi hevve bidin girêdan. Çi baş, çi xirap, çi terbiye û çi bê terbiye kes van rêgezan diyar dike.
Tişta giring livirde eve kû ji bê îdeolojîbûne politîkayek ya bi îdeolojiyê afirandiye. Çunke bê îdeolojîbûn jî bi serê xwe îdeolojiyeke. Îdolojiya bingehîn jî eve; “civakek yek kesî” , “felsefeyeke yek kesî”, “exlaqek yek kesî” ... evana jî daxwaziyên sîstema emperyalîst- kapîtalîstin derbarê îdeolojiya civakîda...
 
Ka bi nêrin li civakên cihana sêyem da bandoriyên postmodernîzm çiye?
 
Rastiyek heye kû guhartinên li civakên cîhana sêyemda derdikevin di bingehê xwe da ji jorahîya serbazî bandor dibe. Ligel vê ya jî bi giştî civakên cîhana sêyem û bi taybetî jî civakên Rojhelata Navîn; postmodernîte nekû di xizmeta çanda wana ya taybet daya, belkû vebunên çandî yên Rojava kû çanda herêmê dimale û dideber xweye. Yek jî pirsgirêka giring ya hemû van civakan ewe li jêr çand û deselatdariya welatên dagirker yên modern da jiyan kirine. Guhartinên civakî kû tên çêkirin weke pêşketinek û vebunên “moda” bi lêv dikin. Ger ku ev cîhana sêyem kû binavdikin birastî jî xwediyê wê hêzêne kû bêjin; em xwediyê çand û şaristaniyek cudane û taybetmendiyeke ya me cuda heye divê kû li jêr sêbera demokrasiyek konfederal da bibin yek û hebûna xwe bi wate bikin.
 Jiberkû ev xeyaleta ku em postmodernîzm binavdikin, tenê herêmek jî ji zanîstê nemaye. Ev xeyalet ji, mîmartî bigre ta biyolojî, daristanî, cografya, tib, siyaset, felsefe, cinsîtî, edebyat, pîşe,exlaq û hemû beşên çandî bandortiya xwe nîşa dike û lezeke bi bandorbunê daye. Ev heyîna bê şekil li her herêmekê da weke xeyaletekê xwe bi hebûn dike.
Ev jî ji bandoriya kû ta niha weke şêweyeke zanîstî û her alî ve nîqaşeke dorfireh liser postmodernîzmê derneketiye holê û kesek ne gihiştiye rastiya wê ya fikrî û mebesta wê ya bingehîn.

 
 




Bu sayfa hakkındaki yorumlar:
Yorumu gönderen: James( kackasevcikovaseznam.cz ), 25.05.2013, 08:12 (UTC):
Facebook is a tool, it's a tool for communication like the telpehone (on steroids) and very useful for business. What do you think about the future of Facebook and competitive or complimentary services like Google+ and Pintrest?



Bu sayfa hakkında yorum ekle:
İsmin:
E-mail adresin:
Mesajınız:

MeNü
 
Kullanıcı adı:
Şifre:
Facebook beğen
 
Reklam
 
DuYuRuLaR
 

www.batman1990.tr.gg

BaTMaN 72

--HOŞ GELDİNİZ--
DEĞERLİ MİSAFİRLERİMİZ DENGE AZADİ FM ÇOK YAKINDA SİZLERLE OLACAK
İYİ EĞLENCELER
--WWW.BATMAN.TR.GG--

sitemizi ziyaret etti sitemizde kişi online
 

 

=> Sen de ücretsiz bir internet sitesi kurmak ister misin? O zaman burayı tıkla! <=